Language   

Helebçe

Şivan Perwer
Language: Kurdish (Kurmancî)


Şivan Perwer


[axaftin]

Hey gidî dunyayê! Dunya bi xweşi û bi zilm.
Ma qey tu têra însana na ke?
Te însanê xweş û delal çê kirî û bi afrandî,
bû çi çavê însanan bar û têr na be?
Geh ser te xweş di kin û geh dûman û ewren reş û tarî li ser te di barînin.
Hev dû di qalînin…
Hey gidî însan bû çi çavê te bar û ter na be?
Ma rû kê dunyayê tera te na ke?
Pêr li Nagasaki û Hiroshima, dûh li Vietnam e, îro li Kurdistan e.
Ma Helebçe hindik e?
Sal 1988 meha adarê, gulê Newrozê disa di bişkivîn.
Ewre reş û tarî bi ser Newroza te hatin, bê kef û şahî, bê xweşî.
Newroz e dîsa serê xwe bar kirin u tovê xwe li bera erdê dan.
Ji bû carek din di jîn werin.


wey lo lo wey lo lo lo lo ...
Ez ê daketim kel kas, xanan
Ez ê daketim serê birc û van diyaran
Ez ê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm
Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in
Ax de wey lo lo lo lo lo lo…
Dîsa bombe û baran e, her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nalenala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikên wan e
Bavik bi keder xwe diavêje ser zarokan e
Lê zarok mane bênefes, bêruh û bêcan e
Ax birîndar im wey lo lo lo...

Hey lê lê, wey lê lê
ferman e
hawar hawar
hawar hawar
Dîsa li me ferman e
Li jor tête giregir û hume-huma ba virok û teyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qireqîra zarokan, hawara dayîk û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike, weke carek dinê ji caran e
Weke Diyarbakir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Wehe Mehabad û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta[1] Silêmaniyê, li kêleka Hendirê
Li bajarê Helebçebomb fermana me Kurdan e
ferman e, ferman e
ferman e, ferman e
ferman e, ferman e
ferman e

Dîsa hatin qelandin zarok û zêç, tev dayik û bavan e,
Ax hawar hawar
hawar hawar
hawar hawar
li me ferman e ferman e li min ay...
Ax birîndarê we me, li min oy...

Erê hey lê lê lê lê... ere hey lo lo...
hey lo lo hey lo lo
hey lo lo
Hawar Kurdino hûn ê bikin bilezînin
Hûnê kaxez û pênûsekê bibînin, binivisînin
Dinya alemê pê bihisînin
Serok û rêberên Kurdan li hev bînin
Bira bi yek bin ji halê me re tistekî ji dinyayê re binivisînin
Bira xelk û aleman pê bihisînin
Da ku çarekê ji hatê me Kurdan re bibînim
Me ji bin ve bindestiyê derînin hawar hawar...
hawar hawar...
hawar...
Heyfa Kurdistan ku îro disewitînin[2]
Agir li serê me Kurdan dibarînin
Ax de ay... lo ax de li min birîndarê we me.
[1] Instead of Des, ta , as per the web text transcriptions

[2] Instead of dis, ewitînin, as per the web text transcriptions



Main Page

Please report any error in lyrics or commentaries to antiwarsongs@gmail.com

Note for non-Italian users: Sorry, though the interface of this website is translated into English, most commentaries and biographies are in Italian and/or in other languages like French, German, Spanish, Russian etc.




hosted by inventati.org